Tuesday, 9 June 2015

bi rasti dema ku behzad simko di eve chalakiye u xebata ber fireh kirina ziman u chanda kurdi bo gelik nexashi u astengi di ser xebata mamosta hate kirin u heta chendin cara li aliye hikometa irane hate girti u pera digotin ku debi dest li eve xebat u tekoshina xwe bikeshi..mamosta behzad ne inko dest li xebata xwe bikeshe belku xebata xwe zede tir kir u roj bi roje nifosa xwenkare zimane u chanda kurdi cho seri u mamosta bi dili gerim berdewam bo ku heta pashei zext u zoriye zede tir mamosta mecbor bi ci helana kurdistane kir u cho nav refe peshmerge hdki li kurdistana bashur...mamosta behzad ji her vek bavkalke xwe giringiyek zaf dida xwendine u digot debi ciwanen kurdiostani mejiye xwe visa tuji bikin ku tu cara nekevin bin zori u keminen dijmine xwede u ciye peshvechona civaka kurdi bin..her dem daxaziya serkevtin u lesh saxiye dixazim ji bo mamosta behzad simko

Civak – taybet: Bêhzad Simko li bajarê Ormiyê û devera Soma û Biradost naveke naskirî ye. Wî bi salan li Ormiyê ciwanên kurd fêrî
behzad-simko
zimanê Kurdî kirin, ligel hemû pirsgirek û astengên ku li ser rêya wî jî hebûn. Gellek ciwanên ku niha li herêma Ormiyê zimanê Kurdîu fêr bûne; Bêhzad Simko nas dikin, di hevpeyvîneke taybet ligel malpera capk.info de, wî gellek aliyên xebatên xwe yên çandî yên berî çend salan û pirsgirêk û lêgerên xebatên çandî li Ormiye û deverê bi malpera Civakê re parve kir:
Hûn dema çend salan mamoste û fêrkarê zimanê Kurdi bûn li Ormiye?
Bêhzad Simko: Min di sala 1382ê Rojî de li serdanan û karkirin li pişka edebiyata Binkeya çandî û Hunerî ya Ehmedê Xanî de, li zistana heman salê, şaxeyek ji Binkeya Ehmedê Xanî li Soma Biradost damezirand û dest bi hînkariya zimanê Kurdî bi tîpên latînî kir.
Çawa we dest bi xebatê kir ?
Di destpêkê de pirsgirêk û asteng gellek bûn, bi taybet di warê aborî û birêvebiriyê min asteng hebûn, lê min her karê xwe domand û 2 kilas li gundê Gengeçînê birêve birin; encamek pirr hêja hebû, paşî kilas li gundên “ Hûwesin, Conî, Heştiyan, Omer Ava, Gundik Mela, Kurane, Hevsaran û Sêro jî birêve çûn.
Pitira xwendevanên kilasên Kurdî keç bûn, nêzî %60 ji gelempera xwendevanan ku nêzî 1800 xwendevan bûn, lê nêzî 1600 kes ji wan xwendina zimanê Kurdî domandin, yên din paşî 2-3 kilasên hînkariyê nehatin, ew jî hegerên bi xwe hebûn.
Armaca te ji vî karî çi bû ?
Armanca bingehîna wan kilasan giringîdan bi nasnameya neteweyî, nasandin û bihêzkirina seha kurdînî di nav hundirê xwendevanan de bû ku her yek bi xwe di nav malbatekê de dijiyan û dikarîn bandoreke baş hebin û armanca min ya duyemîn jî ew bû ku xwendekar fêr bibin ku bikarin fikr û hizrên xwe bi eimanê xwe yê dayikê û bi nivîsan nîşan bidin û di încam de bikarin pirtûkan binivîsin û baştirîn rewşa pirtûknivîsîn û bi armanc gihîştin bi wan di kilasan de dihatin analîzkirin û nivîsandin. Di kilasên Kurdî de min hin babet wek babetên neguher di gişt kilasên xwe de birêve dibirin, mîna: çawaniya pirtûk nivîsîn, nasandina partiyên Kurdistanê, rêberên netewî, armancên sosyalîsm û hêjatiya vê bo civaka Kurdistan, dewletên ku di Kuristan de hatine pê, stratejiyên dagirkerên Kurdistan û asmîlekirina Kurdan ji aliyê wan, bandorxistin ser fikirîn bo pêşeroja Kurdistanê, rola ol li Kurdistanê, xebatên siyasî, civakî û çandî bo pêşeroja Kurdistanê, ji wan mijaran bûn ku di kilasên Kurdî de fix û herdemî bûn.
Pêşwazî çawan bû? Şagirtên te zêde kî bûn?
Ciwanên deverê bi hogiriyik taybet û aloz bi tirs di despêka kilasan de dihatin, mixabin, rola hin kesatiyên hukûmî ku ji endamên Sipaha Pasdaran bûn û xelkê deverê xwe bûn, li kêmkirina hejmara xwendevanan de xuya bû.
Astenên ser rêya xebatên we çi bûn ?
Astengên herî dujwar bo min bi xwe, kêmasiya aborî bû ku ji çi aliyik de min derfetên peydakirina vê çi nebû û tenê hin car ji Binkeya Ehmedê Xanî li Ormiyê xercê mala binkeya fêrkariya me li Gengeçînê hate dayin û rola Mihendis Wicdî Hatemî ku vê dawiyê wefat kir, gellek xuya bû. Dikarim bibêjim ku kesayetiya wî bi xwe piştgiriyek bihêz bû bo min û astenga din asta kultûra siyasî ya xelkên herêmê û qels û lawazbûna seha netewî ya wan bû.
Astengek din jî hebû ku pitir ji aliyê ewlehiya binkeya leşkerî ya Sêroyê ve ku hin car ji min derfetnameya karê binkeyê dixwestin ku min ew çi nebû û dikarim bibêjim bi giştî di midehê kilasên kurdî de her bi rewşa ne yasayî min ew kilas birêve birin.
Ji bo zindîkirin û pêşdebirina bêhtir a zimanê kurdî divê çi bê kirin ?
Bona zindîkirina ziman û bipêşxistina baştir a zimanê kurdî du tiştên sereke pêwîstin: 1 dem, 2 xebat. Lê astengên xebatê pirr dujwar in û mirov gere hemû fakterên siyasî yên wan dewletên ku ji 4 parçên Kurdistanê de stiratejiyên xwe rêve dibin û çi destûr û qanûnek berrevanîyê ji mafên kurdan û zimanê kurdî nake, ber çav bigrin. Behs ser vê hindê pirr dirêj e, lê ya herî nexweş ew e ku gelê Kurd bi xwe pitir caran siyasetên dijmin dimeşînin û derbên here kûr û dijwar bi gel û zimanê vî gelî didin. Çîn û qata xwendevan an xwendekar pitir ji her kesî dikarin alîkarê bi pêşxistina zimanê Kurdî bikin, lê mixabin min bi xwe hin car rola wan nigatîv didît, ew bi cihê hindê ku bi kurdiyek bedew bipeyivin, bêjeyên Farsî, Tirkî an Erebî bi kar tînin û zimanê kurdî pitir ji bîr dikin, wergirtina bêja an peyvan ji zimanên din bi rewşek ku derbe bi ziman nekeve, pir base; lê herwiha neguhdar peyvîn derbeyên kûr bi ziman didin û ji aliyek din de nivîskar, rojnamevan, helbestvan û …, heke bikaribin zimanê Kurdî biparêzin û pitir ji bêje yan peyvên Kurdî behreyê bistînin; gellek baştir dibe.
behzad-somko2
Sedem çi ne ku zext û astengên ser zaravê Kurmancî li herêmên kurmancîaxiv zêde ne?
Sedemên asteng û bandorên ser zaraveya Kurdmancî an Kurdmancî pitir vedigere ser cihê lê dijîn, şer û pevçûnên hêzên biyanî û hêzên dagirker li dijî hev an li dijî Kurdan di wan herêman de zêdettir dijwartir û demdirêjtir û kevintir in ji gişt cihênn din ên Kurdistanê, ma çend sal e ku dewleta tirk digot Kurd çi nînin û yên heyî tirkên çiyayî ne. Zimanê Kurdî bi tenê di nava stranên gelêrî yan follorîk de mabû û niha jî ew stran, lawje, bêjeyên Kurdî diparêzin. Stiratejiyên malkavilker û gemar ên dijminan li hember Kurd û Kurdistanê û bê haybûna Kurdan ji vê hindê, zimanê Kurdî jî ber xwe girtibû. Dijwariya sereke ya zimanê Kurdî pitir devkîbûna vî zimanî ye û pêwîste bên nivîsîn û tomar kirine. Hegerek din ji hebûna wan asteng û lemperan ew e ku dîroka siyasî ya Kurdistanê û serhildanên bihêz û bi dom, pitir di wan herêman de ser hildidan û dujmin pitir hewl û xebatên xwe di asteke bilind de li wir dimeşandin ku yek ji wan hêriş ser zimanê Kurdî bû, sirgûnên berfireh li Tirkiyê, Nefyê beled ji herêmên jêrtir û dûrxistin li 4 aliyên Kurdistanê û komkujî mîna Enfala Kurdan li Kurdistana Başûr, û hezaran komkujiyên din di nav xaka Kurdistan de derbeyên kûr bi her bingehên netewa Kurd dane, xizanî, hejarî, derbiderî û penaberî ev fakterên nigatîv in li ser pêşketina ziman û bipêşhatina van fakteran ku pitir li herêmên Kurdmanc(Kurmanc) ziman de hatibûn pêş, rola nigatîva xwe di vir de lîstiye û em îro dibînin. Ya ku îro pêwîste bê kirin ew e ku gel bi xwe zimane xwe ku nasnama netewî ye xwedî derkeve, kilasên Kurdî, sitran û helbestên Kurdî ku amancdar bin, ser zindîkirina ziman dikare wan astengan û lemperan bişkêne, lê ji her tişt giringtir, hewla gişt navendên çandî û edebî yên Kurdî bo piştgirîkirin ji hozan û helbestvan û hunermendên Kurd heya bikarin xebatên xwe bimeşînin û ew pêwîstî bi piştgiriya gel heye. Mixabin asta nizma çand û bêjeyên Kurdî li dema pêş de, îro pêwîstî bi xebatên tund û amancdar e ku ew giring di nava çengê heps û qeydan bo Kurdan pirr zehmete, girtina rojnamewanên Kurd, penaberbûna pitir a xebatkarên çandî û civakî û siyasî , derfeta komkirin û bikaranîna fikrên nû û xebatên rêxistî bi Kurdan nade û heke derfet bê holê, zû di nav daxistin û hereşeyan de difetisînin.
Pêşniyarên te ji bo xebatên ziman di vê deverê çi ne ?
Min bo xebatên ser zimanê Kurdî hin pêşniyar hene, ya yekê ew e ku gerek gişt ragihandinên bi zimanê Kurdî ku bi awayên nivîs, deng û TV ku tên weşandin û parvekirin ji hin fîlterên zimannasiyê re derbas bibin û pêwîste her rêxistinek ku karê ragihandin an weşanê dike, behreyê ji hebûna zimanzan an pisporên zimanê Kurdî bistîne, pêşniyara min ya duyemîn ew e ku li her televizyonek ku taybet bi Kurdistanê ye, programek her roj ser ziman û bêjeyên Kurdî hebin û partî, gurûp an saziyên ku vê TVê rêve dibin, cida ji aliyê polîtîka partiyê û bi tinê bi armanca zindîkirina zimanê Kurdî wê programê rêve bibin. Rola Enistîtuyên Kurdî bo ziman pirr giring e û pêwîste gel bi giştî alîkarî û piştgiriya wan di warên cur be cur de bikin.
Min hin xebatên ziman meşandine û rone bo min ku asteng bi hêz û xwesta gel yê bên çareser kirin. Ez ne zimanza im, lê hin car karên çandî ku ji awirê ziman nasiyê de perwerde nekirine û nehatine berçav girtin, karên meşandina ser asta zindîkirina ziman giran dikin û pirsgirêkan diafirînin, mîna hin xebatên partiyan bo propaganda partiya xwe ku bi rewşên ne zanistî, zimanê Kurdî bi kar tînin. Gere em agadar bibin ku her kes ku bi zimanê Kurdî dinivîse, bi vê hindê nikare bibe nivîskar û her kes ku 2 helbest nivîsandin, xwe pisporê/a ziman nezane. Ew karek zanistî ye û pêwîstî bi karên akademîk heye, ez bi xwe mamostayê zimanê kurdî bûme û min helbest û kitêbên Kurdî nivîsîne, lê nikarim bibêjim ku pisporê zimanê Kurdî me, carna hatiye dîtin ku partî an grupek ku hêzek heye, zimanê desthilatariya xwe bi navê zimanê Kurdî dihesibûne û ser zaravên din ên Kurdî naxebite û kar nake ku ev encamek nigatîv e bo ziman.
Niha nifşek nû li herêmê rabûye ku gellek baş Kurmancî dinivîsin û bi taybet helbestvan û zimanzan çêbûne. Ev pêvajo çawa berfirehtir û xurttir dibe?
Raste em îro gellek kesan dibînin ku bi zimanê Kurdî û zaravê Kurmancî kar dikin, dinivîsin û helbestan bi hev tînin, xebatek pirr hêja ye, bi mercê zanistîkirina xebata ser ziman, ew artîst û xebatkarên bêjeyên Kurdî pêwîste heya bikarin, zaraveyên din ên Kurdî fêr bibin û ser wan zaraveyan bixebitin, bi wan bipeyvin, binivîsin û bi awayekî zanistî bêjeyên wekhev, hevpar û hevmana peyda bikin, di nav helbestên xwe de bikar bînin û heke bikarin bi zaravên din yên Kurdî, helbestan binivîsin û ji hemûyan giringtir, peyvên Kurdî, bicî bikar bînin. Ez bixwe hin peyvên soranî dizanim û bo min derfet bûn ku di nava helbestên xwe de û li pirtûkên ku xwendevanên kilasên Kurdî dinivîsîn, bi feyde bibin. Bi bawariya min her Kurdek ku zaravê xwe bi başî bizane û bi duristî bikar bîne, dikare pitir bêje û peyvên Kurdî li nav komikên Kurdî ku bi zaraveyek din hatibin nivîsin, fam bikin. Di dûmahî û kutayî de dibêjim ku gere em bi hemû hêza xwe hewla zindîkirina ziman bidin û bi taybet bi Kurmancî gere gavên bilind bên avêtin ku ew dem û xebatek bêrawestan pêwîst dike.
Heya niha li ser kesayetî, nirx û eymetên Kurdan yên dîrokî, dagirkerên Kurdistanê li gor berjewendîyên xwe yên siyasî, civakî û aborî çi tiştê ku xwestine, nivîsandine. Ji ber ku xwedîyên hemû îmkanên maddî jî bûne, ew nivîsên xwe li her derê belav kirine. Wan bi dilgemarîyên xwe yên şovînîstî, hemû pirensîbên exlaxî binpê kirine û xwestine ku rûpelên dîroka serhildan û şoreşên Kurdan, berevajî rastîyên wan bi nifşên piştî xwe bidin nasandin. Di vê navê de dîroknivîsên ku hertim di xizmeta sîstema serdest de bûne, serok û qehremanên Kurd weke xayîn, talankar, diz û sîxor binav kirine. Di berhemên wan de Şêx Seîdê Pîran, Pêşewa Qazî Mihemed, Simkoyê Şikak, Seyîd Rizayê Dêrsimê, Şêx Mehmûdê Berzencî, Mistefa Barzanî û hemû qehremanên ku bingeha siyasîya xebata Kurdan darijandine, xayîn û xûlamên hêz û dewletên biyanî tên hesibandin. 
Mixabin zêdetir ji dîroknivîs û lêkolînvanên Kurd, nivîskarên nifşparêz ku pênûsa wan hertim di xizmeta desthilatdar(hakim) û dewletên navendî de bûye û li gor nirxê rojê nan xwarine, li ser dîrok û jiyana kesayetiyên Kurd nivîsandine. Bi awayekî ku armanca wan ya herî mezin bê bingeh nîşandayîna şoreşên Kurdan yên azadîxwaziyê û serxwebûna Kurdistanê bûye.
Îsmaîl Axayê Şikak yê ku piranî bi navê (Simko an jî Simkoyê Şikak) di nava Kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêberaye ku di dîroka azadîxwaziya gelê Kurdistanê de xwedî rûmet û xebatek berçave. Girîngîya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan domkir, di vê rastiyê de ye ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê li jêr desthilatdariya dewleta navendiya Îranê rizgarkir û mîna desthilatdarekî Kurd karê xwe yê hukimdariyê dimeşand. Ev karê han (ku Simko karî hemû hêzên êl û eşîretên Kurdan li dora hev bicivîne), di wê serdema ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin nîrê axatiyê de bû, karekî wiha hêsan nebû.
Di vir de ezê tenê bi awayekî kurt li ser çend xalên girîng yên nasandina malbat, kesayetî û şoreşa Simkoyê Şikak bisekinm:
1. Şecerename û Nasnameya êla Şikak
Kela Simaîl Xanê Mezin( bapîrê Simko yê mezin, bavê Elî Xanê bapîrê Simko) li nêzê çemê Baranduzê li herêma Urmiyê. Kela wekşûnewarekû dîrokî di nava Kurdan de weke ziyaretgehekê tê hesibandin  

Şikak di Rojhilatê Kurdistanê de piştî eşîreta Kelhûr(li herêma Kirmaşan), mezintirîn eşîreta vê para axa Kurdistanê ne ku di çaxê desthilatdariya Qacarî û Pehlewîyan de li Îran û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv yê siyasî bûne.
Piştî ku Mihemed Xanê Qacar(damezrînerê silsileya Qacarîyan) bi ji navbirina desthilatdariya Zendîyan, desthilatdariya hemû Îrana mezin girt destê xwe, fermandarê Kurd Sadiq Xanê Şikak jî hevkarê wî bû. Lê Mihemed Xanê Qacar zor û sitemkariya xwe gehand radeykê ku heta li dijî mirovên mîna Sadiq Xanê Şikak jî ket liv û lebatê û hewilên ji navbirina wî jî dane. Sadiq Xan ku xwedî hêzeke zêdetir ji 10,000 kesan bûye, bi kuştina Mihemed Xanê Qacar jî hatiye tawanbar kirin ku di sala 1797ê zayînî de li bajarê Şoş di nava xîveta xwe de tê kuştin(1). Sadiq Xanê Şikak yekemîn kese ku navê wî di serûkanîyên dîrokî de weke fermandarekî Kurd yê girêdayî êla Şikak hatiye nivîsandin. Piştî wî malba Simkoyê Şikak di qada siyasî ya herêma bakurê rojhilatê Kurdistanê de, xwedî navekî xuyakirî ne. Ji wan kesayetîyan Îsmaîl Xanê Mezin, Cazê (jina Îsmaîl xanê mezin û dayika Elî Xan), Elî Xan, Mihemed Paşayê kurê Elî Xan, Cewer Axa û Simkoyê Şikak ku tev bi nemerdî û awayê xapandinê ji aliyê Îranîyan ve hatine kuştin.  
Êla Şikak ji du tîreyên (Kardarî û E´bduyî) pêk tê. Tîreya Kardaî ji deh şaxên (Fenekî, Mamedî, Nîsanî, Delan(Delanî an jî Delî), Xidirî, Botan, Hinare, Pisaxa, Gewirik û Xelûfan) pêk tê.
Tîreya E´bduyî jî ji van şaxên jêre pêk tê:
Kizinî, Keçelî, Pisaxa(malbata Simkoyê Şikak), Etmanî, çerkoyî, Mendolekî, Neimetî, Êverî û Şekerî.
Ji van her du tîreyan tev di bin desthilatdariya (Pisaxa)yan de bûne ku di çaxê serhildana Simkoyê Şikak de û di bin rêbertiya wî de, bi awayê konfederasyona eşîretan hevgirtinek bihêz di navbera eşîreta Şikak, Herkî, Ertûşî, Dirî û ... hat çêkirin.
Mîna ku mezin û rihspîyên e´şîreta Şikak didin diyar kirin, esilê wan ji Cizîra Botan hatiye û navê yekemîn kesê vê malbatê Ebdu bûye ku bi neh kurên xwe re ji wir ber bi hêrêma Urmiyê û Soma Biradost koç kirine. Min sala 1993´an hevpeyvînek bi apê Evdî re çêkir. Ew şervanekî çaxê şoreşa Îsmaîl Xan bû ku heya roja şehîdbûna wî li bajarê Şinoyê, pêre bû. Apê Evdî li ser koka malbata Simaîl Xanê Şikak wiha dibêje:
“ Ebdula beg(Ebdu an jî Evdu) xwediyê neh kuran bû ku ji Cizîrê hatin Somayê. Kurekî Evdu begê yê bi navê Îbrahîm Axayê çep hebû ku pir mêrxas bû. Ji wî re kurek çêbû ku jêre Simail Axayê Mezin digotin. Yanî bapîrê mezin(bavê bapîr)ê Simkoyê Şikak bû. Elî Xanê kurê Simkoyê mezin xwediyê 6 kuran bû: Ehmed Axa, Mihemed Axa(Bavê Simko û Cewer Axa), Temer Axa, Îbrahîm Axa, Hecî Axa û Qasim Axa. Mihemed Axa jî xwediyê 6 kuran bû: Cewer(Ceifer) Axa, Simaîl Axa(Simko), Şukir Axa, Ehmed Axa, Xurşîd Axa(di şerê bi Asûriyan re li Dîlemanê hat kuştin) û Elî Xan( di çaxê şandina bombeya ku ji aliyê dewleta Îranê bi navê şirînî ji bo kuştina Simko hatibû şandin, li çariyê şehîd bû).”(2)
Di Rojhilatê Kurdistanê de ji çaxê serhildana Kela Dim-dim heya roja îro, hemû rêberên Kurd bi navê çareserkirina pirsgirêka Kurd û hevdîtinê, hatine xapandin û di bi awayekî dûr ji exlaqê siyaset û mirovanetiyê ji aliyê desthilatdarên Îranê ve, hatine kuştin.
Ji serokên êla Şikak Simkoyê Mezin(Îsmaîl Xan), Elî Xan, Cewer Axa û Simkoyê Şikak tev bi navê hevdîtin û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi nemerdî ji aliyê desthilatdarên Îranî ve hatine kuştin. Mihemed Axayê Şikak jî piştî kuştina kurê wî (Cewer Axa) çû Istembolê ku ji sultanê Osmanî (Sultan Ebdulhemîd) dawa hevkariyê ji bo tolhildana xwîna kurê xwe bike. Li wir rêzek taybetî jêre hat girtin û nasnavê (Paşa) dan wî. Lê bi hewldanên berdevkên Îranê, Mihemed Axa negehişt armanca xwe û wek jêder didin xuyakirin ew li Istembolê bi komployekê hatiye kuştin. An jî ji ber têkeliyên wî yên bi malbata Bedirxanî û mezinên din yê Kurd li Istembolê, ji wir hatiye dûrxistin û di jiyana dûrî Kurdistanê wefat kiriye.

 2. Kuştina Cewer(Ce´ifer)Axa û destpêka serhildana Simkoyê Şikak
Cewer Axayê Şikak ku li sala 1905an de li Tebirêzê hat şehîdkirin.  
Cewer Axa ku di nava êla Şikak de wek cîgirê bavê xwe dihate hesibandin, bi awayekî fêrmî bi destûra dewleta Qacarî li herêmên rojavayê gola Urmiyê hukimdarî dikir. Cewer Axa ji ber hinek taybetmendiyên xwe yê mîna mêrxasî, merdayetî û destvekiriyê di nava çîna feqîr û hejara herêmê de pir dihat hezkirin. Sedem jî ew bû ku wî parek ji wê talana ku ji dewlemendan distand, di nava feqîr û hejaran de belav dikir. Ji bona wê jî Cewer Axa ji aliyê jêredên Ewropî û gerîdokên Rojavayî ve wek (Robîn Hoodê Kuran) hatiye binav kirin.
Sala 1905Çan dema ku Muzeferddîn Şahê Qacar, bi sefer çû Ewropayê, li bajarê Tebrêzê kurê xwe Mihemed EÇlî Mîrza wek cîgirê xwe hilbijartibû. Wê demê Huseyin Qulî-Xan(Nizamûl Seltene) jî kiribû waliyê giştiyê Azaerbayicanê(3).
Dîroknivîsê Azerbayicanî Ehmed Kesrewî di vê derbarê de dibêje:“ Nizamûl Seltene bi awayekî fêrmî Ce´fer Axayê Şikak vexwînd bajarê Tebrêzê û jê dawakir ku ji bo gotûbêja li ser pirsgirêkên sinorê dewleta xwe û dewleta Osmanî bi hevre bişiwirin. Herwiha wan soz da CeÇifer Axa ku dewlet yê li wî xweş be û daxwazên wî jî yê bên cî bi cî kirin. Lê piştre ferman da Mihemed Husên Xanê Zerxam(Qeredaxî) ku Ce´fer Axa vexwîne bo seraya xwe û bi awayekî ku ew pênehesin, wî û mirovên pêre bikujin…“.
Havîna sala 1905´an piştî ku Cewer Axa bi mezinên êla xwe re şiwirî, di gel heft siwarên xwe yên ku di karê şervanî û mêrxasiyê de zîrek û netirs bûn, ji kela çariyê ber bi bajarê Tebrêzê meşiyan. Heft kesên hilbijartî ku bi Cewer Axa re çûn ev bûn:
Mistefa Newrozî(Xalê Mistê), Xalê Mîrzê(xalê Cewer û Simko), Sedo, Hacî(Haco), Caço, Seyîd Mihemed(Seydo) û Qasim(Qaso).
Piştî 40 rojan ji aliyê welîehdê Îranê(Mihemed Elî Mîrza) ve fermana kuştina Cewer Axa bi telegrafekê, gehişt destê Nizamûl Seltene û ew di seraya dewletê de hat kuştin. Ji heft kesên ku bi Cewer Axa re bûn, pênc kesan karî bi şerekî giran xwe ji bajarê Tebirêzê bigehînin kela çariyê û xebera bûyerê bigehînin Kurdên herêmê. Mihemed Axa ji bo tolhildanê bi riya Sultan Ebdulhemîdê Osmanî çû Istembolê, lê nekarî raya wan ji bo vî karî bikişîne aliyê xwe. Wek hat gotin ew bi komployên konsulosê Îranê, êdî ji Istembolê venegerî Kurdistanê û bi her awayê ku bû, hat wenda kirin.
Kurdan ku bi şêweyek aktîv di şoreşa meşrutexwazên Îranê(1905- 1911) de, xebat dikirin, ji vî karê Nizamûl Seltene nerazîbûna xwe dan xuyakirin. Herwiha azadîxwazên din yên Îranî li bajarên mina Tebrêz û Tehranê jî ev karê dewleta Îranê şermizar kirin.    
Di vir de pêwîste rastiyeke dîrokî li ser bizava Kurdên rojhilatê Kurdistanê neyê ji bîrkirin ku ji aliyekî pirsgirêka netewî di navbera Kurd û gelê serdest de hebûye (heta roja îro hê jî heye) û ji aliyekî din jî pirsgirêka olî(cudabûna mezheb) hertim di navbera Kurd, Faris û Azerîyan de nakokîyên siyasî û civakî afirandine. Dewleta navendiya Îranê ji çaxê Sefewîyan heya roja îro mezhebê şîi´tiyê weke amrazekî giran ji bo meramên xwe yên siyasî li dijî xwestekên gelên din yên ku di Îranê de dijîn û bi mezhebê xwe Sûnîne, bikar anîne. Herwiha şîi´tî ji wan re mîna dîwarê parastina sinorên wan yên desthilatdarî û e´rdnigarî(jeografî)yê bûye. Azerî yên şî´ie ku ji çaxê Sefewîyan heya roja îro ji aliyê dewleta navendî ve weke gelê desthilatdar di herêma Urmiyê de hatine bi cîhwar kirin, li hemberî pirsgirêka Kurdan ya netewî ji cudabûna mezheb bêtir mifa standine û Kurd bi her du çekên cudabûna mezheb û netewe hatine serkûtkirin û qirkirin. Bi taybetî di çaxê desthilatdariya Sefewîyan de karbidestên impiratoriyê gelek xebitîne ku bi riya mezheb Kurdan di nava xwe bibişêvin(bihelenîn) û bi vî rengî pirsgirêka Kurdan ya netewî jî ji holê rakin. Lê di vî karê xwe de li hemberî evîna Kurdan ya ji bo doza netewî zêde bi ser neketin. Herçend bi hizaran Kurd ji Kurdistanê ber bi Xorasan, Qezwîn, Mazenderan û herêmên din yên Îranê sirgûn kirin, lê nekarîn bi temamî hisên wan yên netewî ji holê rakin.
Li pey kuştina Cefer û Mihemed Axayê bavê wî, Simko ku xuretekî ciwan bû, li ser daxwaz û şiwra rih spîyên eşîreta Şikak, bû cîgirê birayê xwe yê mezin.  
Ev di rewşekê de bû ku du hissên niştiman perwerî û tolhildanê di dili û mejiyê Simkoyê ciwan de gelek bihêz bûn.
  
 3. Destpêka şoreşa Simkoyê Şikak û sedemên bingehîn
Piştî şoreşa Şêx Ûbeydulahê Nehirî(1880 z), serhilada Simaîl Axayê Şikak di rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya Kurd wek netewekê, hinekî bişkivî û hissên millî di nava Kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û berevajî xwesteka şovînîstên Faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîrokzan Kirîs Koçêra, Simkoyê Şikak bi (bavê nasyonalîsima Kurdî) di rojhilatê Kurdistanê de binav dike.  
Êvariya roja 30.06. 1930 li bajarê Şino termê qehremanê dîroka azadîxwaziya Kurdistanê Simkoyê Şikak li ber pîyên leşkerên Îranê ye.
Li gor gotina mezinên Evduyîyan Simko di çaxê şehîbûna Cewer Axa de xurtekî 18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888ê zayînî ye. Herwiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdîya desthilatdarên dewleta Îranê, kînek mezin ji wan girtibû. Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî şervan, netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axifitin û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijîye.
Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş dizanî ku ji bapîrê wî yê mezin(Îsmaîl Xan) bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemedî ji aliyê berpirsyarên dewlta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê baş dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî biden. Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di nava Kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî (wek rêber û kesayetiyek siyasî yê Kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geş bûn. Çaxê ku cîgirê waliyê Azerbayicanê (Mukerrem el Mulik) di sala 1919´an bi hevkariya Ermenîyan, bombayek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê şirînî ji Simko re şandin, neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû. Têkeliya Simko bi du kesayetiyê Kurd(Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Teha Gîlanî - neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Simaîl Xanê Şikak de di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, berfirehtir kiriye. Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkelîya bi Inglîzan re, têkçûye.  
 Kirîs Koçêra di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje:” Bi vê hindê re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên nêzîk û cotek birayên min, tev bi derstê karbidestên Îranê hatine kuştin. Lê bi vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên şoreşa wî ji bo berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê Kurd heya niha çi bi ser de hatiye. Mirovên wan yên mezin yên weke Simaîl Xan û Elî Xan bi şêweyek gelek zalimane ji aliyê Îranîyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûşînê dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe...(4)
Mîna ku di roja îro de ji bo hemû serokên Kurd eşkera bûye, Simko jî zû pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava sinorên Îranek yekgirtî de jî nade gelê Kurd.
Ji aliyê rastê: Simkoyê Şikak, Xosiruyê kurê wî, Sulêyman Şefîq Paşa
Du kesên li ser piyan nehatin nasandin.
  
Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleşkerekî Inglîzî ji Zefer el Dulê re şandbû, vê rastiyê baştir bi me dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe de dibêje:” Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara wan nagehe çaryek(1/4)a Kurdan, lê ew gehiştine xwezîyên xwe ku mafê otonomîyê ye. Li Elmanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de pêkanîne. Birastî ger netewa Kurd di Îranê de negehije mafê xwe, êdî mirin û neman jêre baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomîyê dixwazin. Êdî ev xwezîya hemû mirovekî Kurde û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye...(5)
Ev name dide diyar kirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê rewayê gelê Kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêgoman di arşîva millîya Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên şovenîst ku tenê bi awaykî nigatîv behsa kesayetîya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine û hêjî dikin, baştirîn belgeye ji bo selmandina derew û boxtanên ku wan li ser serok û bizavên Kurdan yên azadîxwaziyê nivîsandine. 

 4. Destpêka şerên giran
Ji bilî wan şerên biçûk ku di navbera hêzên Simko û Îranê de qewmîne, çend şerên mezin ku bûyera wan di dîroka rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, girîngîn. Ji wan şerên girîng: şerê girtina bajarê Urmiyê, şerê Gulmanxane(li bakurê rojhilatê gola Ûrmiyê), şerê Mîyanduab 1922, şerê Şekeryazî, şerê Sarî Tac, şerê azadkirina Mihbadê û şerê kela Çarî ku mezintirîn şerê serhildanê tê hesibandin.
Li ser çêbûna şerên ku navê wan hat, bêgoman lêkolîneke berfireh pêwîste. Lê di vê nivîsê de ezê bi kurtî behsa şerên serhildana Simko bikem: 
Piştî ku hêzên Kurdan bajarê Urmiye ji destê leşkerên Îranê derxistin, Urmiye wek paytexta desthilatdariya Kurdan hat hilbijartin û Têymur Axayê Şikak ji aliyê Simko ve bi hakimê bajar hat wezîfedar kirin. Di şerê Gulmanxane de jî hêzên Kurdan bi girtina Gulmaxanê rêya ku bajarê Urmiye bi Tebrêzê ve girê dida, girtin. Di şerê Şekeryazî de jî  fermandarê hêza dewleta Îranê Emîr Erşed hat kuştin. Emîr Erşed birayê Mihemed Husên Xanê Zerxam(Qeredaxî) bû ku di sera xwe de Cewer Axa kuştibû. Lê di dawiyê de Kurdan nekarî li hemberî hêzên dewletê li berxwe biden û bajarê Urmiyê ku bi qasî çar salan di dsetê Kurdan de bû, ket jêr desthilatdariya hêzên Îranî. Di şerê Miyanduabê de Kurdan bi şikênandina hêzên artêşa Îranê, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê karê herî girîng û dîrokî kuştina xayînê navdar Xalo Qûrban bû. Xalo Qûrban ku ji Kurdên Hersînê ye, yek ji wan fermandarên şoreşa Mîrza Kuçik Xanê Cengelî bû ku li dijî dewleta navendiya Îranê li bakurê Îranê serî hildabû. Xalo Qûrban bi hevkariya cotkar û çend fermandarên din yên mîna Kerîm Xan, Xalo Hişmet û Baba Xan karî di nava bizava Cengelîyan de heya pileya komîsêriyê jî biçe. Lê piştre Xalo Qûrban ji Mîrza. K. Xanê  Cengelî qetiya û di bazara xwefirotinê de ket xizmeta artêşa Riza Pehlewî. Xalo Qûrbanê Kurd, bi hevkariya artêşa Îranê karî şoreşa Cengelîyan toşî şikestê bike û di dawiyê de serê serokê şoreşê bi xelat ji Riza Xanê Pehlewî re bir kûşika Tehranê. Li hemberî vê xizmeta wî ew bû fermandarekî artêşa Îranê.(6)

Simkoyê Şikak li ber derê kela Çariyê.  
Xiyaneta Xalo Qûrban ku ji gelê Kurd re mîna deqeke reş û tejî şermizariyê bû, berdewam bû, heya dema ku Riza Şahê Pehlewî ew şand meydana şerê li dijî serhildana Simkoyê Şikak. Lê vê carê di şerê Mîyanduabê de ev xayînê xwefiroş bi destê şervanên Kurd hat kuştin û nekarî xiyaneta xwe ya rûreşane bidomîne. Cihê şanaziyê bû ku xayînekî Kurd bi destê şervanên serokekî Kurd hatibû kuştin.
Di şerê azadkirina bajarê Mihabadê de fermandarê giştiyê şer Simko bixwe bû ku Seyîd Teha Şemzînî(Gîlanîzade) jî hevkarê wî bû. Piştî şerekî giran bajar ket destê Kurdan û 600 jandarmên Îranî ku di bin serokatiya major Melîkzadeh de bûn, tev hatin kuştin. Di çaxê şerê (Sarî Tac) de jî ku li sala 1922´an li herêma Selemas(Dîleman) qewimî, hêza Kurdan nekarî li hemberî hezên Îranîyan berxwedanê bike. Şer heya dagîrkirina kela Çariyê berdewam bû. Piştî ku kela Çariyê hat girtin, Simko û hizar kes ji siwarên xwe re derbasî bakurê Kurdistanê bûn û ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin bêçek kirin. Lê ev ne dawiya şerên Kurd û dewleta Îranê bûn.
 5. Şehîd bûna Simkoyê Şikak ( Bajarê Şino 30.06.1930)   
Siyaseta ku Riza Xanê Pehlewî di nava Kurdan de dida meşandin û mixabin di vê siyaseta xwe de jî biser ket, ew bû ku bi riya pere û dirav axa û serok eşîretên Kurd ji bo aliyê dewletê dikişandin. Heta li ser şehîdbûna Simko jî goman heye ku hinek axayên Kurd xiyanet li wî kirine û ew neçar kirine ku ji bo hevdîtinan xwe bigehîne bajarê Şinoyê. Berdevik û desthilatdarên Îranê ku hertim bi riya xapandin û xiyanetê xwe nêzî siysetvanên Kurd kirine, dîsa jî bi navê hevdîtinên çareseriyê, Simko hat razîkirin ku bê bajarê Şinoyê û bi serleşker Muqedem re hev bibînin. Ji bona wê jî wan bi rêya Têymor Axa ku demek bû bu birîndarî di destê dewletê de hêsîr bû, nameyek ji Simko re şandin ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re hatin çiyayê Qendîl û li wir jî bi Xurşîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Şinoyê meşyan. Li wir fermandê bajarê Şino serheng Sadiq Xanê Nûrozî ew bir mala xwe. Lê hatina serleşker Muqedem derew bû û ew li benda defetekê bûn ku Simko bi tenê bikişînin dervey bajarê Şinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê de jî bi henceta pêşwazî kirina ji serleşker Muqedem li dervey bajarê Şinoyê bi wê davika ku jêre danîbûn, di êvariya 30.06.1930 de hat şehîd kirin. Herçend di şer de Simko û siwarên wî gelek kes ji serbaz û leşkerên dewletê jî kuştin, lê wî nekarî vê carê xwe ji destê wan rizgar bike. Termê Simkoy sê rojan li bajarê Urmiyê neveşartî danîn ku gel lê binêre û Kurdan jî pêbihesinin ku serokê wan hatiye kuştin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo zanîna wê hindê ku sedî-sed bizanîbin Simkoyê Şikak kuştine, jina Simko ya bi navê Fexrîye Êqibalî (Azerî bû) anîn ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji wan re got:” Belê ev mêrê min Simaîl Axa ye. Ez ji rûyê tiliya wî ya birî dizanim ku berî çend salan ji ber jehra marê ku pêvedabû, bi destê xwe bi kêra xwe birîbû...”(7)

Birayê Simkoyê Şikak Ehmed Axayê Şikak bi çend şervanên xwe re li kela Çariyê.  
Dema ku xebera kuştina Simko gehişt kûşka paşatiya Îranê heya heftiyekê şahî û kêfxweşî hatin lidarxistin û hemû kuçe û kolanên bajarê Tehranê bi ronahî û gulan hatin xemilandin. Riza Pehlewî mezintirîn dujiminê xwe di Kurdistanê de ji holê rakiribû.
Tirajediya ji navçûyîna malbateke mîna malbata Simaîl Xanê Şikak tiştekî hêsan nîne ku di dîrokê de bê ji bîrkirin. Malbata ku ji bo doza Kurdistanê gelek bedelên mezin pêşkêş kirin. Bi awayekî ku heta roja îro jî desthilatdarên komara meleyên cinayetkar ji hurmet û giraniya malbata Simko di nava Kurdan de ditirsin. Şehîdbûna qehremankî mîna Simko bû sedem ku heya pêkhatina komara Kurdistan ya di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de (li sala 1946an), bêdengiyek xemgîn li rojhilatê Kurdistanê hakim be. 

 6. Di dîroka Kurdistan ê de çend xalên girîng ji destkeftinên şoreşa Simkoyê Şikak

Simko bi çend axayên eşîreta Ertûşî re ku hevkarên wî bûn.

A. Simko di çaxê desthilatdariya xwe de gelek xebitiye ku bi dewletên biyanî re têkelîyên siyasî pêkbîne. Di vê navê de bi taybetî ew xebitîye ku bi dewleta Inglistan û Sovyetistana berê re têkîliyan deyne û bala wan bo ser çareserkirina pirsgirêka Kurd bikişîne. Lê wan ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û girîng nebûna cihê jeopolîtîk yê axa Kurdistanê, bihayekî wisa nedane pêşnîyarên vî serokê Kurd. Simko bi riya Seyîd Teha Gîlanîzade(Şenzînî) pir xwestiye ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna dewleteke Kurdî bi berpirsyarên Inglîz li Îraqê hevdîtinan pêkbîne, lê di vê daxwaza xwe de bi ser neketiye.  Herwiha ew ji Şêx Mehmûdê Berzencî bi gilî û gazince bûye ku baweriya xwe bi dewleta Tirkan re tîne. Ji bona wê jî ew di derbarê Inglîz û Tirkan de wiha dibêje:“ Ingilîz û Tirk herdu ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û serbestiya Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me dixapînin. Inglîz dixwaze tevaya Kurdan mîna xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewit bikar bînin û bixebitînin, mîna meymonan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî netewa me şermezar biken, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakem.
Tirk û Inglîz herdu ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir Kurd ji bona xwe xirabin, Kurd pişta hev nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.”(8)
Simko bêtirî hertiştî ji xiyaneta axa û begên Kurd dilşikestî bû ku di rojên xweş de mîna mêşa li dora şirînî, kêliyekê ji wî dûr nediketin, lê di rojên tengaviyê de xwe ji wî dûr dixistin.
 B. Xaleke din ya herî girîng ew karên rewşenbîrî û kulturîne ku Simko di çaxê desthilatdariya xwe li bajarê Urmiyê dan meşandin. Yekemîn car di dîroka rojhilatê Kurdistanê de Simko ket wê fikirê ku di warê ragehandinê de jî pêngavek bê avêtin. Sala 1912 li bajarê Xoy Ebdulrezaq Bedirxan bi piştgîriya siyasî û diravî ya Simkoyê Şikak kovarek mehane bi navê (Kurdistan) weşand. Herwiha li bajarê Xoy dibistanek Kurdî jî ji bo zarokên Kurd vekirin ku ev du karên han kîna desthilatdarên Îranê li dijî Kurdan gelek bilind kiriye. Salên piştî şerê cîhanî yê yekemîn yanî ji sala 1919´an heya têkçûna şoreşê rojnameya bi navê (Roja Kurd) û piştre tenê bi navê (Kurd) ku organa fêrmîya dewleta wî bûye, hatiye weşandin. (Roja Kurd) an jî (Kurd) rojnameyek heftane bûye. Sernivîserê vê rojnamê nemir Mela Mihemedê Turcanî zade bû ku karê amadekirina rojnamê di weşanxana Xêyret de li bajarê Urmiyê dimeşandin. Herwiha Simko ji bo agehariya ji rewşa siyasî û leşkeriyê hemû herêmên di bin desthilatdariya xwe de, ji telefonê mifa standiye û bi vî awayî pêwendîyên hemû fermandarên enîyên şer bi kela Çariyê re hebûne.
 C. Beriya ku Simko bi awayekî berfireh dest bi şer û şoreşa li dijî dewleta Îranê bike, bi hevkariya Ebdulrezaq Bedirxan û çend giregirên din yên Kurd komelek bi navê (Cîhandanî) li bajarê Xoy damezrandibûn ku komelek rewşenbîrî bû û bêtir xebatên çandî û rewşendîrî dimeşandin ku di xala B de behsa hinek ji wan karên girîng bi kurtî hat kirin. 
 D. Simko pir xebitîye ku bi kesayetî û bizavên ku li dijî rijîma Îranê serî hildane, têkelîyên siyasî deyne. Ew bi şoreşgerê Azerbayicanî Mihemed Xiyabanî re di nava peywendîyan de bûye. Herwiha Simko û serdarê şoreşa bakurê Îranê Mîrza Kuçik Xanê Cengelî xebitîne ku di navbera şoreşa Kurdistan û bakurê Îranê(Gîlan) de dan û standinên siyasî pêkbînin, lê gûherandinên siyasî ev derfet nedaye wan ku vî karê dîrokî bigehînin encamê. 


7. çend kêmasîyên bizav û serhildana Simkoyê Şikak

Di nava Kurdan de rexneya herî zêde ku ji kesayetîya Simkoyê Şikak tê kirin, kuştina Mar Şîmûn rêberî olî û siyasîyê Asûrîyên Hekarê ye. Lê di vê derbarê de gelek lêkolînên berfireh û bêalî pêwîstin ku sedemên sereke yên vê bûyera dîrokî bên eşkera kirin. Aya di navbera Kurd û Asûriyan de çi sedemên siyasî, olî û civakî di wê serdemê de hebûne ku Simko biryara kuştina Mar Şîmûn daye? Di vê derbarê de dîtinên cuda ji hev hene ku yek ji wan jî dîtina mezinên Şikak bixwe ye. Ew ji bo vî karê serokê Kurd Simko sedemên siyasî û olî bêtir destnîşan diken. Bi her awayî ev karê Simko bûye sedem ku gelê herêmê(bi taybetî piştî kuştina wî li Şino) dilsariyekê li hember vî karê wî bidin xuyakirin. Di derbara vê xala girîng de lêkolînek berfireh pêwîste ku sedemên bingehîn ji bo vî karê Simko bên eşkere kirin.
Simko xwedî hêzeke leşkerî ya pir mezin bû. Hejmara pêşmergeyên wî carna gehiştiya 20.000 kesan. Lê mixan tevaya van şervanan mîna artêşeke hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de xebata xwe nekirine. Her eşîrek di bin serokatiya mezinekî wê eşîretê de bûye û rengekî taybetî ji bo nasandina eşîret û hêza xwe hilbijartine. Bo nimune rengê ala hêza di bin serokatiya Simkoyê Şikak de sor bûye(9). 


 8. Mêranî û mêvanperweriya Simkoyê Şikak û nemerdî û xiyaneta Riza Şahê Pehlewî
Riza Mîrpenc ku bi hevkariya Inglîzan ji pileya serleşkeriyê bû şahê Îranê, di sala 1925an de ji bo serlêdanekê çû Azerbayican û Kurdistanê. Armanca wî ya herî mezin ew bû ku riyekê ji bo bi dawî anîna serhildana Simko peyda bike û desthilatdariya xwe li hemû Îranê birêk bike. Serleşkerên Îranî pir dawa ji Riza Şahê Pehlewî kirin ku dev ji vê sefera xwe berde, lê ew razî nebû û xwest ku ji nêzve Simko bibîne. Xuyaye ku hemû di wê baweriyê de bûn ku Riza Şah êdî ji wê seferê venagere û yê bi destê Simkoy bê kuştin. Dema ew bi 62 kes ji fermandar û hêza xwe ya taybetî ve nêzî bajarê Selmasê dibe, di yekemîn dîtin de 5000 siwarên Simkoyê Şikak bi rûyekî sar û girij pêşwazîyê li şahê Îranê diken û rêzek taybetî jêre nedigirtin. Simko jî wek serokekî Kurd bi kincên Kurdî li hemberî şahê Îranê sekinî û bi pêşwazîyek sar û bi serê lêvê bixêrhatina wî kir. Piştre herdu bi hevre çûne karwanserayekê û li ser pirsgirêkên herêmê axivîn. Wek tê gotin Riza Şah pir tirsiyabû ku Simko wî û hemû kesên wî bikujin. Ji bona wê jî heya berê sibê ji tirsa nerazabû û êdî dest ji jiyana xwe şûştibû. Ew herdem li benda wê hindê bû ku siwarên Simko hêrişî wan biken û tevda bên kuştin. Herçend piştî ewqas bûyerên tal ku Simko bi çavên xwe dîtibûn, êdî baweriya wî bi desthilatdarên Îranê nemabû, lê derfetek dîrokî ji dest da û wê şevê Riza Şahê Pehlewî nekuşt û ew ji destê wî filitî. Simko piştre di hevdîtinekê ya bi serleşker Ebdulah Tehmasibî re gotibû:” Mezintirîn şaşiya min di wê şevê de ew bû ku min Riza Şah nekuşt ”. Wê şevê Riza Şah ji serleşker Tehmasibî dawa kir ku karekî biken û Simko mijûl be û çax derbas be û roja din zû ji wir ber bi Urmiyê hereket biken. Wan bi lîstika texte nerd wê şevê Simko mijûl kirin û roja din Simko pêhesiya ku Riza Şah ji destê wî derketiye û defetek zêrîn ji destê xwe daye.(10)

Dîmenek ji kela Çariyê.  


Dema ku Riza Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî desthilatdariya xwe li herdera Kurdistanê bihêz kir, bi awayê ku li jor hat gotin ji bo hevdîtinên siyasî Simko vexwendin bajarê Şinoyê û li wir ew bi bêbextî hat kuştin.,..........DENGE JIYANIM  AGIRE CHAVANIM  XONA SHERANIM  WELATE CANIM  DENGE BIRAYEM  HEJAND JIYANIM  DERDE GIRANIM  BAR SER MILANIM........EZ SIMKO REBERE KURDISTANIM
Simko Shikak (also known as "Simitquh"; born Ismail Agha Shikak in 1887; died 1930) was a Kurdish chieftain of the Shakak tribe (Shekak also Shakkak or Shikakan) is considered as the largest among all the Kurdish tribes in the West Azerbaijan province of Iran and the adjacent area of Turkey. This large tribe lives around the city of Maku and south as far asUrmia. Among the clans of the Shekak are the 'Awdoǐ. According to their oral history they came from Diyarbakır in the 17th Century and settled west of Lake Urmia, which displaced the Dumbulī tribe.The first known chieftain of the 'Awdoǐ was Ismail Agha who died in 1816 and whose tomb is beside the Naslu River. His grandson Jafar Agha was executed as a bandit in Tabriz in 1905, Jafar's brother, Simko Shikak, was responsible for leading the anti-Christian massacres in the area before and during World War I and for trying to create an independent Kurdistan in the 1920s.
They speak the Kurmanji dialect of the Kurdish language, (Shakaki sub_dialect). The Shekak consists of many clans and families). He was born into a prominent Kurdish feudal family based in Chihriq castle located near the Baranduz river in the Urmia region of northwestern Iran n West Azarbaijan ProvinceSalmas County, near the Turkish border. The Feudalismwas a set of legal and military customs in medieval Europe that flourished between the 9th and 15th centuries, which, broadly defined, was a system for structuring society around relationships derived from the holding of land in exchange for service or labour. By 1920 parts of Iranian Azerbaijan located west of Lake Urmia were under his control. He led Kurdish farmers into battle and defeated the Iranian army on several occasions. The Iranian government had him assassinated in 1930Simko took part in the massacre of the Assyrians of Khoy and instigated the massacre of 1000 Assyrians in Salmas.

Family background

His family was one of the most prominent and politically active Kurdish families throughout Qajar reign from the late 18th to early 20th century. Sadiq Khan Shikak was one of the generals and governors in the Agha Muhammad Khan's [1] early Qajar state and was commanding a force of 10,000 soldiers. However, he was soon fell out of favor and Qajar monarch attempted to murder him. Sadiq Khan has been accused of taking part in the assassination of Qajar king in the town of Shusha [2] in 1797. Among other prominent members of the family are Ismail Khan The Great and his son Ali KhanMuhammad Pasha son of Ali Khan, Cewer (Ja'afar) Agha brother of Simko. Many members of the family were murdered by the Qajar state such as Cewer(Dja'far) Agha who was killed at Tabriz by the order of governor general.
 
Murder of Cewer Agha
In 1905, the Qajar monarch Mozafar-al-Din Shah [3] appointed Husein Qulikhan Nizamul-saltana as the general governor of Azerbaijan. According to Iranian historian Ahmad Kasravi, Nizamul-saltana officially invited Cewer Agha to Tabriz in order to consult him on the border issues between Iran and the Ottoman Empire. Once Cewer Agha arrived in Tabriz, Nizamul-saltana ordered Muhammad Hussein Khan Zargham to invite Cewer Agha to his own residence and murder him. Cewer Agha was accompanied by seven of his guards including one of his uncles. Muhammad Ali Mirza, the Iranian Crown Prince, ordered his murder via telegraph sent to Nizamul-saltana. Five of Cewer Agha's guards managed to escape from the murder plot in Tabriz in a ferocious battle and return to Chari castle. Cewer's father, Muhammad Agha, sought help from Sultan Abdulhamid II in Istanbul to avenge the murder of his son. However Iranian envoy in Ottoman court managed to counter his efforts and according to some sources, Muhammad Agha was assassinated in a Qajar conspiracy in Istanbul. Murder of Cewer Agha caused outrage among the Kurds. Moreover many Iranian intellectuals and constitutionalists in Tabriz and Tehran condemned his assassination.

Simko Shikak revolt
 
Light green: Approximate area of Urmia under Simko.
In March 1918, under the pretext of meeting for the purpose of cooperation, Simko arranged the assassination of the Assyrian Nestorian patriarch, Mar Shamon, ambushing him and his 150 guards as Mar Shimon was entering his carriage. After the murder of Mar Shimun, the Hakkari Christians took revenge on the Muslim population of Salmas and most of the villages of Salmas County, while Simko and his men massacred Christians in Khoy.
By summer 1918, Simko had established his authority in the region west of Lake Urmia. After this, he organized his forces to fight the Iranian army in the region and managed to expand the area under his control to nearby towns and cities such asMahabadKhoyMiandoabMaku and Piranshahr in a series of battles.
At this time, government in Tehran tried to reach an agreement with Simko on the basis of limited Kurdish autonomy. Simko had organized a strong Kurdish army which was much stronger than Iranian government forces. Since the central government could not control his activities, he continued to expand the area under his control and by 1922, cities of Baneh and Sardasht were under his administration.
In the battle of sari Taj in 1922, Simko's forces could not resist the Iranian Army's onslaught in the region of Salmas and were finally defeated and the castle of Chari was occupied. The strength of the Iranian Army force dispatched against Simko was 10,000 soldiers. Simko and one thousand of his mounted soldiers took refuge in nearby Turkey, and they were forced to lay down their weapons.
Defeat and assassination
After the murder of Shimun XXI Benyamin [4] by Simko, Agha Petros [5] joined forces with Malik Khoshaba [6] and defeated Simko's forces driving Simko from his stronghold at Koynashahr. In 1930, the commander of Iranian Army General Hassan Muqaddam sent a letter to Simko who was residing in the village of Barzan, and invited him for a meeting in the town of Oshnaviyeh [7].
After consulting with his friends, Simko along with Khorshid Agha Harki went to Oshnaviyeh and were invited to the house of local army commander, Colonel Norouzi and were told to wait for the Iranian general. Colonel Norouzi convinced Simko to go to the outskirts of the town to welcome the general's arrival. However, this was a trap and Simko was ambushed and killed on the evening of June 30, 1930.
 
Political life
There are different and conflicting views about Simko among Kurdish historians. After the murder of Cewer Agha, Simko became the head of Shikak forces. At this time, Iranian government was trying to assassinate him like the other members of his family. In 1919, Mukarramul-Molk, the governor of Azerbaijan, with the help of Armenians, devised a plot to kill Simko by sending him a present with a bomb hidden in it. Although the plot failed, but it revealed the intentions of the Iranian government, and propelled Simko into a turbulent period of political and military confrontation with Iran.
Simko was in contact with other Kurdish nationalists such as Abdurrazaq Badrkhan (Bedirxan) and Seyyed Taha Gilani (grandson of Sheikh Ubaidullah Nahri who had revolted against Iran in 1880s). Seyyed Taha was a Kurdish nationalist who was conducting propaganda among the Iranian Kurds for the union of east Kurdistan (Iranian Kurdistan) and  north kurdistan(Turkish Kurdistan) in an independent state. He was also aware of the international geopolitics and modern nationalism. In one of his letters to Iranian authorities, he talks about the right of self-rule and autonomy for the Kurds and compares Kurdish demands with similar demands of other nationalities in Europe.

Cultral activities
The first schools for Kurds were established in Mahabaad in 1909 by international missionaries operating under the Lutheran Orient Mission. This is also where the first Kurdish periodical appeared, though it did not last long. Simko attacked the Kurdish and other inhabitants of Mahabaad operating on the fringes of the Ottoman army. The schools in Mahabaad recovered only when the surviving missionaries dared to return in 1920 when Simko's rampaging was being brought in check by the Iranian army. In 1912, Simko and Abdul-razzaq Badirkhan established a Kurdish journal in Iran , a monthly magazine titled Kurdistan. Moreover, he opened a Kurdish school in the north-western city of Khoy. These cultural activities were mainly organized by an association named Cîhandanî based in Khoy. From 1919 up to the end of his movement in 1922, he also published a newspaper titled Roja Kurd which was the official organ of his government in Urmia. The editor-in-chief of Roja Kurd was Muhammad Turjanizade.