Tuesday, 9 June 2015

bi rasti dema ku behzad simko di eve chalakiye u xebata ber fireh kirina ziman u chanda kurdi bo gelik nexashi u astengi di ser xebata mamosta hate kirin u heta chendin cara li aliye hikometa irane hate girti u pera digotin ku debi dest li eve xebat u tekoshina xwe bikeshi..mamosta behzad ne inko dest li xebata xwe bikeshe belku xebata xwe zede tir kir u roj bi roje nifosa xwenkare zimane u chanda kurdi cho seri u mamosta bi dili gerim berdewam bo ku heta pashei zext u zoriye zede tir mamosta mecbor bi ci helana kurdistane kir u cho nav refe peshmerge hdki li kurdistana bashur...mamosta behzad ji her vek bavkalke xwe giringiyek zaf dida xwendine u digot debi ciwanen kurdiostani mejiye xwe visa tuji bikin ku tu cara nekevin bin zori u keminen dijmine xwede u ciye peshvechona civaka kurdi bin..her dem daxaziya serkevtin u lesh saxiye dixazim ji bo mamosta behzad simko

Civak – taybet: Bêhzad Simko li bajarê Ormiyê û devera Soma û Biradost naveke naskirî ye. Wî bi salan li Ormiyê ciwanên kurd fêrî
behzad-simko
zimanê Kurdî kirin, ligel hemû pirsgirek û astengên ku li ser rêya wî jî hebûn. Gellek ciwanên ku niha li herêma Ormiyê zimanê Kurdîu fêr bûne; Bêhzad Simko nas dikin, di hevpeyvîneke taybet ligel malpera capk.info de, wî gellek aliyên xebatên xwe yên çandî yên berî çend salan û pirsgirêk û lêgerên xebatên çandî li Ormiye û deverê bi malpera Civakê re parve kir:
Hûn dema çend salan mamoste û fêrkarê zimanê Kurdi bûn li Ormiye?
Bêhzad Simko: Min di sala 1382ê Rojî de li serdanan û karkirin li pişka edebiyata Binkeya çandî û Hunerî ya Ehmedê Xanî de, li zistana heman salê, şaxeyek ji Binkeya Ehmedê Xanî li Soma Biradost damezirand û dest bi hînkariya zimanê Kurdî bi tîpên latînî kir.
Çawa we dest bi xebatê kir ?
Di destpêkê de pirsgirêk û asteng gellek bûn, bi taybet di warê aborî û birêvebiriyê min asteng hebûn, lê min her karê xwe domand û 2 kilas li gundê Gengeçînê birêve birin; encamek pirr hêja hebû, paşî kilas li gundên “ Hûwesin, Conî, Heştiyan, Omer Ava, Gundik Mela, Kurane, Hevsaran û Sêro jî birêve çûn.
Pitira xwendevanên kilasên Kurdî keç bûn, nêzî %60 ji gelempera xwendevanan ku nêzî 1800 xwendevan bûn, lê nêzî 1600 kes ji wan xwendina zimanê Kurdî domandin, yên din paşî 2-3 kilasên hînkariyê nehatin, ew jî hegerên bi xwe hebûn.
Armaca te ji vî karî çi bû ?
Armanca bingehîna wan kilasan giringîdan bi nasnameya neteweyî, nasandin û bihêzkirina seha kurdînî di nav hundirê xwendevanan de bû ku her yek bi xwe di nav malbatekê de dijiyan û dikarîn bandoreke baş hebin û armanca min ya duyemîn jî ew bû ku xwendekar fêr bibin ku bikarin fikr û hizrên xwe bi eimanê xwe yê dayikê û bi nivîsan nîşan bidin û di încam de bikarin pirtûkan binivîsin û baştirîn rewşa pirtûknivîsîn û bi armanc gihîştin bi wan di kilasan de dihatin analîzkirin û nivîsandin. Di kilasên Kurdî de min hin babet wek babetên neguher di gişt kilasên xwe de birêve dibirin, mîna: çawaniya pirtûk nivîsîn, nasandina partiyên Kurdistanê, rêberên netewî, armancên sosyalîsm û hêjatiya vê bo civaka Kurdistan, dewletên ku di Kuristan de hatine pê, stratejiyên dagirkerên Kurdistan û asmîlekirina Kurdan ji aliyê wan, bandorxistin ser fikirîn bo pêşeroja Kurdistanê, rola ol li Kurdistanê, xebatên siyasî, civakî û çandî bo pêşeroja Kurdistanê, ji wan mijaran bûn ku di kilasên Kurdî de fix û herdemî bûn.
Pêşwazî çawan bû? Şagirtên te zêde kî bûn?
Ciwanên deverê bi hogiriyik taybet û aloz bi tirs di despêka kilasan de dihatin, mixabin, rola hin kesatiyên hukûmî ku ji endamên Sipaha Pasdaran bûn û xelkê deverê xwe bûn, li kêmkirina hejmara xwendevanan de xuya bû.
Astenên ser rêya xebatên we çi bûn ?
Astengên herî dujwar bo min bi xwe, kêmasiya aborî bû ku ji çi aliyik de min derfetên peydakirina vê çi nebû û tenê hin car ji Binkeya Ehmedê Xanî li Ormiyê xercê mala binkeya fêrkariya me li Gengeçînê hate dayin û rola Mihendis Wicdî Hatemî ku vê dawiyê wefat kir, gellek xuya bû. Dikarim bibêjim ku kesayetiya wî bi xwe piştgiriyek bihêz bû bo min û astenga din asta kultûra siyasî ya xelkên herêmê û qels û lawazbûna seha netewî ya wan bû.
Astengek din jî hebû ku pitir ji aliyê ewlehiya binkeya leşkerî ya Sêroyê ve ku hin car ji min derfetnameya karê binkeyê dixwestin ku min ew çi nebû û dikarim bibêjim bi giştî di midehê kilasên kurdî de her bi rewşa ne yasayî min ew kilas birêve birin.
Ji bo zindîkirin û pêşdebirina bêhtir a zimanê kurdî divê çi bê kirin ?
Bona zindîkirina ziman û bipêşxistina baştir a zimanê kurdî du tiştên sereke pêwîstin: 1 dem, 2 xebat. Lê astengên xebatê pirr dujwar in û mirov gere hemû fakterên siyasî yên wan dewletên ku ji 4 parçên Kurdistanê de stiratejiyên xwe rêve dibin û çi destûr û qanûnek berrevanîyê ji mafên kurdan û zimanê kurdî nake, ber çav bigrin. Behs ser vê hindê pirr dirêj e, lê ya herî nexweş ew e ku gelê Kurd bi xwe pitir caran siyasetên dijmin dimeşînin û derbên here kûr û dijwar bi gel û zimanê vî gelî didin. Çîn û qata xwendevan an xwendekar pitir ji her kesî dikarin alîkarê bi pêşxistina zimanê Kurdî bikin, lê mixabin min bi xwe hin car rola wan nigatîv didît, ew bi cihê hindê ku bi kurdiyek bedew bipeyivin, bêjeyên Farsî, Tirkî an Erebî bi kar tînin û zimanê kurdî pitir ji bîr dikin, wergirtina bêja an peyvan ji zimanên din bi rewşek ku derbe bi ziman nekeve, pir base; lê herwiha neguhdar peyvîn derbeyên kûr bi ziman didin û ji aliyek din de nivîskar, rojnamevan, helbestvan û …, heke bikaribin zimanê Kurdî biparêzin û pitir ji bêje yan peyvên Kurdî behreyê bistînin; gellek baştir dibe.
behzad-somko2
Sedem çi ne ku zext û astengên ser zaravê Kurmancî li herêmên kurmancîaxiv zêde ne?
Sedemên asteng û bandorên ser zaraveya Kurdmancî an Kurdmancî pitir vedigere ser cihê lê dijîn, şer û pevçûnên hêzên biyanî û hêzên dagirker li dijî hev an li dijî Kurdan di wan herêman de zêdettir dijwartir û demdirêjtir û kevintir in ji gişt cihênn din ên Kurdistanê, ma çend sal e ku dewleta tirk digot Kurd çi nînin û yên heyî tirkên çiyayî ne. Zimanê Kurdî bi tenê di nava stranên gelêrî yan follorîk de mabû û niha jî ew stran, lawje, bêjeyên Kurdî diparêzin. Stiratejiyên malkavilker û gemar ên dijminan li hember Kurd û Kurdistanê û bê haybûna Kurdan ji vê hindê, zimanê Kurdî jî ber xwe girtibû. Dijwariya sereke ya zimanê Kurdî pitir devkîbûna vî zimanî ye û pêwîste bên nivîsîn û tomar kirine. Hegerek din ji hebûna wan asteng û lemperan ew e ku dîroka siyasî ya Kurdistanê û serhildanên bihêz û bi dom, pitir di wan herêman de ser hildidan û dujmin pitir hewl û xebatên xwe di asteke bilind de li wir dimeşandin ku yek ji wan hêriş ser zimanê Kurdî bû, sirgûnên berfireh li Tirkiyê, Nefyê beled ji herêmên jêrtir û dûrxistin li 4 aliyên Kurdistanê û komkujî mîna Enfala Kurdan li Kurdistana Başûr, û hezaran komkujiyên din di nav xaka Kurdistan de derbeyên kûr bi her bingehên netewa Kurd dane, xizanî, hejarî, derbiderî û penaberî ev fakterên nigatîv in li ser pêşketina ziman û bipêşhatina van fakteran ku pitir li herêmên Kurdmanc(Kurmanc) ziman de hatibûn pêş, rola nigatîva xwe di vir de lîstiye û em îro dibînin. Ya ku îro pêwîste bê kirin ew e ku gel bi xwe zimane xwe ku nasnama netewî ye xwedî derkeve, kilasên Kurdî, sitran û helbestên Kurdî ku amancdar bin, ser zindîkirina ziman dikare wan astengan û lemperan bişkêne, lê ji her tişt giringtir, hewla gişt navendên çandî û edebî yên Kurdî bo piştgirîkirin ji hozan û helbestvan û hunermendên Kurd heya bikarin xebatên xwe bimeşînin û ew pêwîstî bi piştgiriya gel heye. Mixabin asta nizma çand û bêjeyên Kurdî li dema pêş de, îro pêwîstî bi xebatên tund û amancdar e ku ew giring di nava çengê heps û qeydan bo Kurdan pirr zehmete, girtina rojnamewanên Kurd, penaberbûna pitir a xebatkarên çandî û civakî û siyasî , derfeta komkirin û bikaranîna fikrên nû û xebatên rêxistî bi Kurdan nade û heke derfet bê holê, zû di nav daxistin û hereşeyan de difetisînin.
Pêşniyarên te ji bo xebatên ziman di vê deverê çi ne ?
Min bo xebatên ser zimanê Kurdî hin pêşniyar hene, ya yekê ew e ku gerek gişt ragihandinên bi zimanê Kurdî ku bi awayên nivîs, deng û TV ku tên weşandin û parvekirin ji hin fîlterên zimannasiyê re derbas bibin û pêwîste her rêxistinek ku karê ragihandin an weşanê dike, behreyê ji hebûna zimanzan an pisporên zimanê Kurdî bistîne, pêşniyara min ya duyemîn ew e ku li her televizyonek ku taybet bi Kurdistanê ye, programek her roj ser ziman û bêjeyên Kurdî hebin û partî, gurûp an saziyên ku vê TVê rêve dibin, cida ji aliyê polîtîka partiyê û bi tinê bi armanca zindîkirina zimanê Kurdî wê programê rêve bibin. Rola Enistîtuyên Kurdî bo ziman pirr giring e û pêwîste gel bi giştî alîkarî û piştgiriya wan di warên cur be cur de bikin.
Min hin xebatên ziman meşandine û rone bo min ku asteng bi hêz û xwesta gel yê bên çareser kirin. Ez ne zimanza im, lê hin car karên çandî ku ji awirê ziman nasiyê de perwerde nekirine û nehatine berçav girtin, karên meşandina ser asta zindîkirina ziman giran dikin û pirsgirêkan diafirînin, mîna hin xebatên partiyan bo propaganda partiya xwe ku bi rewşên ne zanistî, zimanê Kurdî bi kar tînin. Gere em agadar bibin ku her kes ku bi zimanê Kurdî dinivîse, bi vê hindê nikare bibe nivîskar û her kes ku 2 helbest nivîsandin, xwe pisporê/a ziman nezane. Ew karek zanistî ye û pêwîstî bi karên akademîk heye, ez bi xwe mamostayê zimanê kurdî bûme û min helbest û kitêbên Kurdî nivîsîne, lê nikarim bibêjim ku pisporê zimanê Kurdî me, carna hatiye dîtin ku partî an grupek ku hêzek heye, zimanê desthilatariya xwe bi navê zimanê Kurdî dihesibûne û ser zaravên din ên Kurdî naxebite û kar nake ku ev encamek nigatîv e bo ziman.
Niha nifşek nû li herêmê rabûye ku gellek baş Kurmancî dinivîsin û bi taybet helbestvan û zimanzan çêbûne. Ev pêvajo çawa berfirehtir û xurttir dibe?
Raste em îro gellek kesan dibînin ku bi zimanê Kurdî û zaravê Kurmancî kar dikin, dinivîsin û helbestan bi hev tînin, xebatek pirr hêja ye, bi mercê zanistîkirina xebata ser ziman, ew artîst û xebatkarên bêjeyên Kurdî pêwîste heya bikarin, zaraveyên din ên Kurdî fêr bibin û ser wan zaraveyan bixebitin, bi wan bipeyvin, binivîsin û bi awayekî zanistî bêjeyên wekhev, hevpar û hevmana peyda bikin, di nav helbestên xwe de bikar bînin û heke bikarin bi zaravên din yên Kurdî, helbestan binivîsin û ji hemûyan giringtir, peyvên Kurdî, bicî bikar bînin. Ez bixwe hin peyvên soranî dizanim û bo min derfet bûn ku di nava helbestên xwe de û li pirtûkên ku xwendevanên kilasên Kurdî dinivîsîn, bi feyde bibin. Bi bawariya min her Kurdek ku zaravê xwe bi başî bizane û bi duristî bikar bîne, dikare pitir bêje û peyvên Kurdî li nav komikên Kurdî ku bi zaraveyek din hatibin nivîsin, fam bikin. Di dûmahî û kutayî de dibêjim ku gere em bi hemû hêza xwe hewla zindîkirina ziman bidin û bi taybet bi Kurmancî gere gavên bilind bên avêtin ku ew dem û xebatek bêrawestan pêwîst dike.

No comments:

Post a Comment